Rêça sosyalîzma zanistî ya Kaypakkaya, aso yên me vedike

Wek tê zanîn, şêhîden me mamosteyên me ne: Ew, heta niha jî rayî me kirine ku ka emê çawa bimeşin, bêhevîtiyê berdin, di rê ya Şerê Gel a Şoreşgerane de çawa bimeşin, rewşên zehmetiyê çawa paş xwe bihêlin û meşa xwe heta serkeftinê berdewm bikin… Ew, li himberî hemû reformên navpergalî seknek nîşanî me dane û di heman demê de israrkirina rêça şoreşgerane ne.

Em şêhîdên partî û şoreşê bibîrtînin. Bi vê wesîleyê jî; giredayîbûna rêça wan didin ber xwe, soz didin ku ji bo civakeke wekhev, bêpol, bêmêtîngerî dimeşin, di meşa xwe de jî wekî şêhîdên xwe tu carî û tu şiklî paşve namînin, nasekinin. Careke din biryara xwe ya şoreşgerane dûbare dikin ku, emê şêhîdên xwe re wek birdozî, polîtîk, rêxistinî û leşkerî girêdayî tevbigerin, candifakirina kedkaran û proleteryayê esas bigirin, bi vî rengî şerê xwe bidomînin

HABER MERKEZİ (23.05.2016)-Şêhîdên leheng, rêveber ên gelên me, bi hemû kokên xwe yên dîrokî û stratejiyên xwe ya li hişmendiya rastiyê şînbûyî, ji paşerojê heta îro bi serkeftin û binketinê ve xemilî ve bi mere ne. Ew dixwazin ku em jî bi ruhiyeta şoreşgeriyê ve xwedî mîratiya wan derkevin. Dixwazin bi hêstên qewîn ji doza sosyalîzm û komunîzmê re bin. Dixwazin refên xwe hê bi quwetir bikin û ala Şerê Sosyalîst a Gel bilind bikin. Em jî bi tu awayî şîna wan nakin, berevajî, wekî ku ew her yek stêrkeke asoyî ne nêzî wan dibin, li ser bangawaziya wan jî bi hêsteke qewîn li ser rêça wan dimeşin. Li çiya û li bajaran her tim di êniyên Şerê Sosyalîst a Gel de şer dikin, wek bi şêweyeke liyaqiya wan tevdigerin û ala wan hildidin ser milen xwe. Şervanên jin û mêr yên doza komunîzmê, serleşker û refên rêveber ên me jî bi girêdayîbûna şêhîdan, bi israriya meşa rêça şêhîdan dimeşin, jixwe pêdivî û hewcetî jî ev yek e.  

Em dibêjin, di meha Gulan’ê de ku di vî mehê de em Şêhîdên Partî û Şoreşê bibîrtînin, ka werin, em di meşa kesibînê de hişmendiya fidakarî ya wan lixwe bikin, cesareta şoreşvaniyê hildin ser xwe, hezkirina gel a kûr ji wan bielimin, mêjî û dilen xwe bi kîna polen xwe ve tijî bikin û hê xwe birexistin bikin, şer bikin, da ku şoreş, sosyalîzm û komunîzm nêzî me be!.. Şêhîdên Partî û Şoreşê, di heman demê de bangawaziyek e, ku ew bangawazî, li ser bingeha di Şerê Sosyalîst a Gel de derbasbûna pergalê ye, xêza milîtanî û şoreşvaniyê ye. Di 3’yemîn Kongreya Partiyê de li ser zanistiya komunîzm û birdoziyê zêdetir kûrbûnek pêk hat. Di vê xebatê de ruhiyeta zindî ya rewşa rewa hate nirxandin û wekî rêzaniya çalakiyê li ser rewşê nîqaşên cûrbecûr hate meşandin. Gelek kêşeyên girîng û bingeh jî wek binavkirina şert û mercê bû mijara nîqaşan û rojaneyîkirin çêbûn. Li ser nêrîn û îdiayên Rêberê Komunîst a Damezrînerê me hate sekinîn.  Her wisa li gor zanyariyên wî ya rasteqîn û xwedî şêweya zanistî rojeneyîkirinên nêrînan çêbûn. Ew nêrînên rojeneyîbûyî, li gor me ji bo hemû karker, kedkar û gelen bindest re manifestoya rizgariyê ye. Bi vê têhihîştinê ve, bi şexsiyeta rêberê komunîst rêheval Kaypakkaya ve, tevî akademiyen zanistî, çand û siyasetê re tekiliyên şoreşgerane hate pejirandin, bi vî hawî, ji bo zindî û çalak kirina amûrên siyasî û birdoziyê jî biryar hate girtin.

Kongreya me, bi zanebûna ku ji bo hilberandin û bikaranîna zanyariyê akademî jî amûreke girîng e tevgeriya û li ser vê esasê ji bo xebitandina akademiyan û karkirina van qadan pêywirên bigehîn hildaye li ser mile xwe. Di vî astê de em çavkaniyek esas digirin. Li gor wê çavkaniyê; di rêwîtiya şoreş, sosyalîzm û komunîzmê de gelek şoreşvaniya çandê hewce ye. Ji bo vê yeke jî divê hînbûniyên berê were terikandin, şert û mercên îroyî û pêşerojê were birexistinkirin, div î rêxistinkirinê de jî têgihîştina teorik û çalakiyê re cih were veqetandin. Ev jî bixwe şoreşeke hişmendiyê ye, divê ev şoreş bilez û bez were çêkirin.

Li ser vê esasê, di çarçoveya feylesofî û zanistiyê de cihê akademiyan baş were dîtin, têgihîştinek baş were holê û encamên bidestxistinê derkeve der. Îja em li ser van yekan, bi rêbertiya rêber komunîst Kaypakkaya rêwitiyek destpê dike. Di vî rêwitiyê de akademî ciheke sereke digire. Li ser çavkaniya rêber Kaypakkaya, li ser lêkolîn û hûrnerînên wî, ji bo ku şoreşvanî li ser axa Tirkiyê-Kurdistana Bakûr bicîh be, dema akademiyan vedibe. Bi vê yeke, di qada birdızî, teorî, polîtîka û çandê de qetandina bendê girîng e. Em ji b ovan pêywiran dest bi tevgerînê kirine. Bi vî hawî, xebata akademiyan, bi navê rêheval Kaypakkaya, li ser pêmayî ya şêhîdên şoreşê û partiyê, li ser bingeha şoreşê, bi awayekî zanistî û çalakiyê ve dê bênavber meşa xwe bidomîne.

Wek tê zanîn, şêhîden me mamosteyên me ne: Ew, heta niha jî rayî me kirine ku ka emê çawa bimeşin, bêhevîtiyê berdin, di rê ya Şerê Gel a Şoreşgerane de çawa bimeşin, rewşên zehmetiyê çawa paş xwe bihêlin û meşa xwe heta serkeftinê berdewm bikin… Ew, li himberî hemû reformên navpergalî seknek nîşanî me dane û di heman demê de israrkirina rêça şoreşgerane ne.

Em şêhîdên partî û şoreşê bibîrtînin. Bi vê wesîleyê jî; giredayîbûna rêça wan didin ber xwe, soz didin ku ji bo civakeke wekhev, bêpol, bêmêtîngerî dimeşin, di meşa xwe de jî wekî şêhîdên xwe tu carî û tu şiklî paşve namînin, nasekinin. Careke din biryara xwe ya şoreşgerane dûbare dikin ku, emê şêhîdên xwe re wek birdozî, polîtîk, rêxistinî û leşkerî girêdayî tevbigerin, candifakirina kedkaran û proleteryayê esas bigirin, bi vî rengî şerê xwe bidomînin.  

Hêzên ku ji şêhîdan digirin, bi vê hêzê ve li Tirkiyê-Kurdistana Bakûr tevî proleterya û kedkaran lihevkirinek pêkbînin, di rê ya partiya me Partiya Maoîst-Komunîst de, li ser rêça wê ya polîtîk û rêvebertiya wê bibin yek û tev li Şerê Sosyalîst ya Gel bin.

Ka werin em îro di her qadên tekoşînê de bi şerê şoreşê ve bimeşin, bi vî meşê xwe ve jî ruhiyeta berxwedanî û sorbûniya Gulan’ê nişan bidin!..

 

 

Önceki İçerikDevrim ve komünizm mücadelesinde toprağa düşenlerin anısına…
Sonraki İçerik72 Nisan Kaypakkaya çıkışı Coğrafyamız devrim tarihi açısından komünist bir manifestodur!