HABER MERKEZİ (28.07.2016) – Dewleta faşîst a Tirk, hebûna xwe datîne li ser paşverûtiyê û bi vî rengî li himberî nirxên pêşverûtî re pefçûnek didomîne. Bi vî hawî dixwaze pergala xwe ya paşverûtiyê bidomîne. TC, ne tenê dijî mirovatiyê, di heman demê de dijî xweza û hemû hebûnên xwezayê jî pergalek ava kiriye. Li gor wî, çi ku li jiyan û xwezayê heye û nûnertiya pêşveçûyînê bicîh tîne, divê ew tişt were binpê kirin. Ku pergala dewleta TC’yê çawa êriş dibe li ser nirxên pêş û çawa wekî dijmin dibîne, ji bo berjewendiya xwe çi zerbe lêdixe wan jî wek bi awayekî zelal xuyaye. Heskîf, Munzur, Geliya Bahoz’ê, Artvîn-Cerattepe jî mînakên vê yeke ne. Dîşsa em dikarin bejin şerê qirêj a dewletê ya li himberî gele Kurd jî li Kurdistanê li ser vê esasê dimeşe, beşeke vî şerê jî qirêjkirin û tunekirin a xweza ya Kurdistanê ye. Ev siyaset, di dima 1990’an de di rojevê de bû, vêcar dîsa ketiye rojevê û armanca vê yeke jî dîsa talankerî û tunekirin a xweza û civak bi hev re ye. Bi vê mijarê ve giredayî li çend cihên Kurdistanê de xweza û daristan tên şewitandin, talan kirin û di dawiyê de nirxên Kurdistan bi desten dewleta Tirk ve tên binpêkirin. Ew dewletê ku li her dere Kurdistanê de bajar û gund dişewitîne, jiyan tüne dike, heman şêwe li dar û daristanê re jî dijmintî dike û jiyana Kurdan ji kokê radike. Herî dawî li Licê, dar û daristan li ber
çavê mirovahiyê wek bi awayekî hovane hate şewitandin, ev yek ten abi ser xwe jî mînakeke kurtasî ye û siyaseta dewletê Tirk dide der. Ew daristanên Licê ji deste dewletê ve hate şewitandin û di encamê de her kes dît ku tevahî bajarok wekî agirek şewitî, Lice wek ciheke agirê xwe da xuyandin. Li jimberî van siyaseta hov jî gele Kurd mînakeke berxwedaniyê nişan da, tene bi derfetên xwe ve hirikî li ser agirê, ji bo ku bajar û bajarokên Kurdistan neyen şewitandin hewldaniyek da pêş xwe, xebitî, xwîdanên xwe rijand û di encamê de derfet neda dewletê ku çi ji destê wî were bike, Kurdistan wek bêxwedî bibine û biçe ser.
Xwerdîbûna daristan, av û jiyan, pêywireke mîrovî û dîrokî ye
Xwedî jê derketina nirxên însan û xwezayê, xwedî jê derketina nirxên k udi dîrokê de danehevbûne, îro pêywireke mirovî ye û wek mêzîneke însanbûyînê ye. Ji ber vê yeke jî, bi vî rewşê ve giredayî çendîn pêywir li ser stuyê me disekine. Ji wan yek û herî girîng xwedî jê derketina xwezayê ye. Ev pêywir, pêywireke şoreşgeriyê ye. Çi ku dewlet, hebûna xwe bi tevahî li ser tunekirin a nirxên însan û xwezayê re dide damezirandin. Ji ber vê yeke jî, divê em, li hemû qadan, li hemû beşen civakê berxwedaniyeke bêhempa nişan bidin, tevgereke xwezayê bimeşînin û ji pozê dewletê bînin. Divê sazî, dezgeh û komelên ku ji bo berjewendiya xwezayê li gelek ciyan hatine avakirin tev li wan bin. Di nav wan komelan teko
şîneke hevbeş bidin pêş û têbikoşin. Divê şoreşger û komunîstan rewşa xwe ya neyînî berçav derbasbikin û li pêş cih bigirin. Divê neye jibîrkirin ku, di roja îroyîn de nakokiyên xwezayê perçek ji nakokiyên polî ye. Ji ber vê yeke jî, divê tevgera polî bi nakokiya xwezayê ve rasterast tekiliyek e baş damezrîne û hilde rojeva xwe. Dîsa rastiyek heye ku; ger dunyayeke em li ser bijîn tune be, wate ya şoreşger û komunîstan jî namîne û nîn e jî. Ji ber vê rastiyê jî divê em ji îro pêve tekoşîneke xwedîderketina xwezayê bidin pêş xwe û ji bo vê armancê wek bi awayekî bihişmend, têgihiştî û şoreşgerane têbikoşin.